Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komandarê Amerîkî li Afganistanê piştevaniya stratîcîya serok Obama dike


Komandarê serekî yê Amerîkî li Afganistanê dibêjît çêdbît ku stratîcîya nû ya serok Obama bo
şerê Afganistanê bête cê bi cê kirin û hezêt şerkerêt Amerîkî li Afganistanê heta destpêka havîna sala 2011 bêne kêm kirin.

Roja sêşembî li avahîyê Kongirêsê, ceneral Stanley McChrystal got ew bi dirustî piştevanîya biryara serok Obama diket ku 30,000 serbazêt dî yêt Amerîkî binêrte Afganistanê.

Ceneral McChrystal got ew di wê bawerê de ye ku nuke Amerîka hem stratîcîya drust û hem jêdarêt pêdivî hene bo serkeftinê li Afganistanê û got ku ew heta saleka dî dê zanît ka ev zede kirina hêza karekê serkeftî bû an ne.

XS
SM
MD
LG