Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates seredana fermandarên Amerîkîyên li Afganistanê kir û bi ber dilê wan da ku hêzên zêdeyên serokê Amerîka Barack Obama soz daye ku bo wan bişîne dê bi kêrî wan bê û ew dê karibin bi vê yekê zora Talîban bibin.
Hêjayî gotinê ye ku ev seredana Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates piştî biryara serok Obama tê ku li gorî vê biryarê demûdest 30 hezar serbazên zêde yên Amerîkî dê bo Afganistan bêne hinartin û piştî 18 mehan dê ew hêz dest bi vekêşana ji Afganistanê bikin li wê demê ku hêzên Afganî dê berpirsyarîya firehtir werbigrin.
Belê ji alîyekî din ve serokê Afganî Hamîd Karzayî duhî ragihand ku renge pênc sal pê biçet berî ku hêzên leşkerî û polîsên Afganî amade bin bê hevkarî zora xirabkaran bibin û herwisa got hikumeta wî pêdivî bi 15 heta 20 salan heye heta karibe butçeya pêdivî bo wezîfa asayîşa welatî dabîn bike.