Bi hilkeftina Roja Mafê Mirovan, hevkarê me Robîn Reşvan, derheqa rewşa mafê mirovan li Surîyê bi Abdulbasît Hemo re peyîvîye.
Birêz Hemo ku berpirsê Ewrûpya ya Partîya Yekîtîya Kurd li Surîyê ye dibêje, paş serhildana 12’yê Adara 2004 rewşa mafê Kurdan li wî welatî xirabtir bûye û rejîma Surîyê, tola xwe ji gelê Kurd hiltîne. Gelek bizavkerên Kurd, wek Îbrahîm Xelo, Maşal Temo, Mistefa Cuma hatine desteser kirin û vê gavê di zîndanê da ne. Dîsa, gelek xortên me, dema leşkerîyê têne kuştin û hejmara wan niha geheştîye 33 kesan.
Abdulbasît Hemo her wiha dibêje, ew hem li hindûrê Surîyê û hem jî li Ewrûpa kar û barên xwe didomînin jibo mafên rewa yên gelê Kurd û li 3 Qibris, Îrlanda û Swîsre xwenîşandanan pêk tînin.
Jibo guhdar kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka destê rast kilîk bikin.