Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Mafê Mirovan Li Tirkîye


Bi hilkeftina Roja Mafê Mirovan, Alîkarê Serokê Giştî ya Komela Mafê Mirovan û serokê rexistina Dîyarbekirê Muharrem Erbay, li ser mafê mirovan pêzanînên berfireh dide.

Birêz Erbay dibêje, rewşa mafê mirovan li Tirkîye pir xirab e û kuştin, girtin û binpê kirina mafan her berdewam e. Li navbêra salên 1999 û 2004ê, jiber endamtîya Yekîtîya Ewrûpayê hinek pengav avêtin, jibo baştir kirina mafê mirovan. Lê, piştî ku Tirkîye dema danûstandinên endamtîyê wergirt, hîngê destji wan pengavan berda. Ji 2004 heta vê gavê, gelek qanûn hatine guhertin û mafê mirovan û azadîya raman xirabtir bû, çimkî hikûmeta tirk naxwaze kesek wan rexne bike.

Muharrem Erbay dibêje, rind bûna mafê mirovan giredayî pirsa Kurd e û heta ku ev pirs çareser nebe, rewşa mafê mirovan û demokrasî jî baş nabe.

Guhdarên hêja, heku bixwazin gun bidine vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka destê rast kilîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG