Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gates we bawer e ku dê civata navnetewî toleyên tundtir deynin ser Îranê


Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates roja heynî li Kerkukê di kombûneke digel leşkerê Amerîka de ev têbînîye anîn zimên û li ser pirsekê ka gelo Amerîka dê rêgeya şerrî li dijî Îranê bi kar bîne an na, rêzdar Gates got Amerîka tu rêgeyan navêje ser guhê xwe re, belê got çareyeke wiha dê bike ku Îran bernama xwe ya navokî tenê jibo çend salan bi paşvexe.

Gates got jiber ku Îranê serî dananîye, welatên ku bala xwe didine vê kêşeyê yên weku Rusya û Çînê di wê bawerîyê de ne ku divê helwesteke tundtir digel Îranê de bê danan.

Wezîr Gates got eger bêt û Îran çekên navokî çêke, ev dê bibe sebebê pêşbirkeya çekên navokî li Rojhilata Navîn û dê bibe metirsîyeke mezintir jibo Îranê.

Wî herwisa got hêjta jî wext heye ku rê li ber vê yeke bête girtin bi rêya dîplomasî û toleyan.


XS
SM
MD
LG