Li başûra Fîlîpînê karbidestên navberîyê yên hikumetê digel revînkarên eşîrî yên ku 48 revandine berdewam danûstandina dikin.
Rêberê grupa revînkar daxwazê dike ku dadgeh kirina wan ya li ser kuştina mirovan nemîne. Grupa revînkar ew gunehbarî înkar dike û dibêje heke hikumet dixwaze xelk bêne berdan divê ku çekan ji destê eşîra din ya ku sûc dixe stuwê wan derîne.
Li başûra Fîlîpînê 15 endamên eşîrekê evro heynî neh kesên revandî berdan. Ewên hatine berdan dinav 75 kesên ku roja pêncşembîyê li parêzgeha Agusan del Sur ji dibistaneke zarokan hatibûn revandin bûn. Revînkara demek kurt piştî ku xelkê revandibûn, 18 kes berdabûn.
Karbidestên hikumetê dibêjin ku ew hîvî dikin ew dê karibin ev kêşe bi rêyeke aştîyane çareser bikin.