Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtina DTP û Reaksîyonên li ser wê


Li ser girtina Partîya Civaka Demokratîk (DTP), Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka rêze raport û hevpeyvînan pêk anîne. Di hevpeyvîna yekê de, rojnamevan Kenan Kirkaya ji Navenda Giştî ya DTP, nêrîn û reaksîyonên paş biryara dadgehê ya daxistina DTP’ê radigîhîne.

Bajarvanê Batman Nejdet Atalay ku yek jî 37 kesên qedexe kirîye, qala bîr û ramanên xwe li ser biryara girtina partîya wan dike.

Parlamenterê berê yê Partîya Demokrasî (DEP) û yek jî damezrenêrên DTP’ê Sedat Yurtdaş, derheqa cezayê 5 sal qedexe kirina sîyasetê û her wiha, vekêşana DTP’ê ji parlemana Tirkîye dinirxîne.

Nûnerê Dîyarbekirê li parlemana Tirkîye Îhsan Arslan, ku endamê Partîya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) halwesta partîya xwe ya li ser qedexe kirina DTP’ê û paşeroja rê vekirina pirsa kurdî li Tirkîye dike.

Guhdarên hêja, jibo guhdarîya van hevpeyvînan, kerema xwe li lînkên destê rastê kilîk bikin.

XS
SM
MD
LG