Breaking News

13 kes girêday peqînên Bexday-ê hatine desterserkirin

Karbidestekê wezareta navxwe yê Îraqê dibêjît, 13 kes hatine desteser kirin bi têkelîya li nav peqînên heftiya borî li Bexday-ê yên 127 kes têde hatine koştin û 400 kesên dî birîndar bon.

Sê hêrişên mezin ewey destpêka meha 8 çêbone.

Gropeka ser bi Qaîde ve bi navê Dewleta Îslamî ya Îraqê berpirsyarî bo peqînên roja Sêşembiyê rakirîye û hoşdarî daye ku dê zêdetir hêriş hebin.

Li roja Şembîyê, wezîrê navxwe yê Îraqê Jewad Al Bolanî got hêzên parastinê hoşdarîyên pêş wext hebon li pêş peqînên roja Sêşembê.

Wî got ne bona hevkarîya li nêv bera wezîrên hikumetê egere ji bo sistbona rewşa parastinê û ne bona şîyanên rawestana hêrişan.

XS
SM
MD
LG