Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li nav Peqînên Îraqê, bi kêmî ve 3 kes hatine kuştin


Polîsên Îraqê dibêjin li nav peqînên otombîlan bi kêmî ve sê kes hatine kuştin û zêdey 30 kes birîndar bûne.

Tê ragehandin, bi rêya sê peqînên otombîlan bi kêmî ve sê kes hatine kuştin û zêdey 30 kes birîndar bûne.

Karbidest dibêjin otombîlek bombe kirî nêzîkî Felûce peqî û di encamê de dû kes hatine kuştin û bi kêmî ve heft kesên dî birîndar bûn.

Peqîneka dî li Felûce roja Yêkşembê nêzîkî mala karbidestekî, bi kêmî ve pênc kes birîndar kirin.

Li bajêrê Mosil li bakûra Îraqê, otombîlek bombekîrî nêzîkî grûbeka tevlîbûyên leşkerîya Îraqê peqî û di encamê de yêk kes hate kuştin û 19 kesên dî birîndar bûn.

Tûnd û tîjî li Îraqê van mehên dawiyê kêm bûne lê milîtan berdewam car bi caran hêrişa dibene ser welatî, taybet li ser hêzên parastinê û zêde zîyan digehît kesên sivil.

XS
SM
MD
LG