Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Serokê Giştî ya Partîya Demokrasîya Beştarvan (KADEP) û wezîrê berê yê avadanîyê Şerafettin Elçî, derheqa biryara vekêşana grûba DTP ji parlemana Tirkîye û paşeroja sîyeseta kurd li wî welatî diaxife.
Birêz Elçî dibêje, biryara DTP ya vekêşana ji parlamanê gelek çewt e, çimkî gel parlamenterên DTPê jibo xebatê li meclîsê hilbijartine. Divê, nûnerên DTP'ê li parlamenê bimînin û sîyaseta xwe li wê derê bidomînin. Elçî dide zanîn ku, reng e di rojên pêş de, DTP vê biryara xwe biguherîne û li parlamenê bimîne.
Şerafettîn Elçî her wiha dibêje, jibo damezrandina partîyeke kurdî ya hevbeş, heku ji rêvebirên DTP'ê daxwazî were, ew amade ne ku her tiştên ku dikevin milê wan bicîh bînin.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka destê rastê kilîk bikin.