Malperên opozisyona Îranê û şahid dibêjin polîsî golle berdane ser xwenîsanderan li rêpîvanekê li Tehranê û di encam de Çar çalakvanên opozisyonê hatine kuştin.
Ew dibêjin polîsî li demekê teqe kir ku bi hezaran reformîst dinav rê pîvanekê de roja Êkşembî hatin ser şeqamên Tehrana paytext, wek berengar bûna li hember huşdariyên ji alê hikûmetê ve.
Nasnama kesên kuştî hêş nekariye ji alê jêderên serbixwe ve bê zelal kirin, li demekê de hikûmetê rêk li dezgehên ragehandinê yên biyanî girtiye ku raportên zindî li ser xwenîşandanan amade bikin.
Ew aloziya ya herî rijde li Tehranê ji meha Şeş pêve, demê giropên opozisyonê gotin hêzên hikûmetê bi kêmî 72 çalakvanên xwenîşander kuştin. Ew xwenîşandan li dijî dubare hebijartina kêşe li ser ya serok komarî bûn.