Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Îranî Bersiva Rexnên Nêvneteweyî Didin


Karbidestên Îranî bersiva rexnên nêvneteweyî didin biramberî tepeser kirina xwenîşanderên opozisyonê roja Yekşembî li Îranê.

Serokê perlemanê Îranî Elî Larîcanî roja Sêşembî got serokê Amerîkî Barack Obama xwe bêrêz kir piştî pesna opozisyona Îranê da.

Serok Obama roja Duşembî tepeser kirina hevwelatiyên bêguneh yên Îranê mehkum kir û pesna çavnetirsîya gelê Îranê da.

Her weha wezîrê derve yê Berîtanî David Miliband jî pesna xwenîşanderên Îranî da.

Televizyona Press ya ser bi hikûmeta Îranî li ser zimanê wezîrê derve Manûçehir Mottekî ragehand ku “dê lukmek bi devê Bertaniya kevît” eger berdewam be li ser helwêsta xwe ya “bê mana”.

XS
SM
MD
LG