Rêberê opozisyona Îranî Mîr Hûsên Mûsevî dibêje ew amadeye jiyana xwe bike qûrbanî ji bo reformê û dawa li hikûmetê kir dest ji bizavên tepeser kirina piştevanên opozisyonê berde.
Di beyannamekê de ku li malperên opozisyonê (Malperên Kelîme û Ceres) hat belav kirin, berbijarê sernekeftî yê serokatî got hikûmeta Îranî neşêt bi hêz bizava reformê ji nav bibe. Mûsevî hujdarî da ku desteser kirin û kuştina rêberên opozisyonê rewşa Îranê tenah nakit.
Rêberê opozisyonê her weha daxaz li hikûmetê kir bi pilaneka pênc-xalî razî be, ku dawa azad kirina girtiyên siyasî û dariştina qanûneka nû ya helbijartinan dike.
Piştî helbijartina serokatî ya Îranê li meha şeş û dubare helbijartina serok Mehmûd Ehmedînejad, xwenîşandan li Îranê hatin kirin û xwe nîşander ji layê hêzên parastinê ve hatin tepeser kirin. Mûsevî û piştevanên wî dibêjin fêl û saxtekarî di dengdanê de hatin kirin.