Peyivdareka Wezareta Derve ya Çînê, Jiang Yu, roja Sêşembê got Çîn dixwazît hemo welatên pişikdariya danunstandinan ligel Îranê diken, rêyeka nerimtir û berfirehtir helbijêrin.
Wê ev têbînî ye dan rojek piştî wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton gotî, derbarey pejrandina toleyên nû li ser Îranê ji ber bernama wê ya navokî, Waşintonê dest bi danustandina ligel hevalbendên xwe kirye.
Clintonê her wisa got Amerîka dixwazît dergehê danustandina ligel Îranê vekirî bihêle, lê wê got Amerîka nikarît berdewam li hîviya wê bimîne li dema ku karbidestên Îranî li ser zêde kirina çê kirina yuraniyoma gelek zax kirî diaxivin.
Peyivdarekê Wezareta Derve ya Îranê, Ramîn Mêhmanperest, roja Sêşembê bersiva têbînî yên Clintonê da û got danana moleteka dawiyê dê bê encam bît.