Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Derheqa Bizava Êrîşa Serneketî Peyîvî


Serok Obama dibêje, civata agahdarîyê Amerîkî xwedîyê pêzanînan bû, li ser êrîşên xirabkar yên li hember armancên Amerîkî. Belê, Obama dide zanîn, kesek ew agahdarîyên heyî necivandin hev. Peyamhinêra Dengê Amerîka Paula Wolfson radigîhîne ku, Serok Obama piştî kombûneke dirêj ligel wezîrên hikûmeta xwe û tîma ewlehîya neteweyî axaftin kir.

Serok Obama dibêje, Welatên Yekgirtî bi têra xwe agahdarî hebû ku plana peqandina firokê ku roja Krîstmisê dihate Detroit ron bike, lê biser neket ku wan pêzanînên hemî bîne ber hev.

Hikûmeta Amerîkî têr zanyarî hebûn bo eşkere kirina vê pîlanê û têkdana hewla wê êrîşê li roja Kirîstmisê. Belê, sîstema me yê agehîyan serneket, di peywendîdar kirina wan zanyarîyan de.

Serok Obama dibêje, jîyana Amerîkîyan di xeter da ye û dive sazîyên agahdarîyê baştir kar bikin.

Ez dizanim agahdarîyên bi vî rengî ne bêqisûr in. Belê, gelek rohin û eşkere ye ku ew zanyarî bi başî nehatibûn şirove kirin. Eve nayê qebûl kirin. Ez li wê xweş nabim.

Serok Obama li ser hemî astên ewlehîya hilfirîn û dij-terorîzmê axifî, piştî kombûna xwe ya dirêj, ligel endamên girîng yên kabîneyê û serwerên sazîyên agahdarîyê.

Wî got, ew li encama du xebatan meze kirine ku paş bizava êrîşa serneketî dabû amade kirin. Ew xebat, rêbazên parastina rewîtîyên firokan û lîsteya kompîterî ya hikûmetê, derbarê şexsên ku gefeya ewlehîyê ne.

Min îro ji tîma xwe ra eşkira kir ku min divêt pêdaçûnên me yên pêşîn vê hefteyê cîbicî bin. Min rênimayên taybet divên jibo karên rast û dirûst û çareser kirina şaşîtîyan bûyî. Min divêt ev guherîn dem li dest bêne cîbicî kirin, îcar ev careke dî rû nede û em rê li êrîşên paşerojê bigirîn.

Serok Obama got, wan kesên ku ji kêmahîya ewlekarîyê berpirs in, bê guman dê hesabê wê yekê bidin. Lê, di axaftina xwe ya kin li Qesra Sipî de, wî qala ti kiryarên ceza kirinê nekir.

Îro li demekî zûtir, pirs li berdevikê Qesra Sipî Robert Gates hate kirin, gelo bawerîya Serok Obama hîn jî bi Wezîra Ewlehîya Naxweyî Janet Napolitano, Rêvebirê CIA Leon Panetta û Rêvebirê Agahdarîyê Neteweyî Dennis Blair heye yan ne. Wî got:

Ew û ev ajans wê berdewam pişikdar bin, di vê proseya pedaçûnê de û emê berdewam bigerin da bizanin çi çêbû.

Karbidestên Qesra Sipî, her wiha ronî kirin ku ew ji daxistina Girtîgeha Guantanamo Bay ya Kuba’yî paşve gav navêjin.

Vê gavê tê zanîn ku çend girtî yên ku, ji Guantanamo Bay bo Yemenê hatîbûn zivirandin, bi El Qayda ya Nîvgirava Erebî peywendîdar in ku êrîşa serneketî ya firokê palan kirîbû. Serok Obama got, li paşerojê veguhastina girtîyan bo Yemenê nabe lê Girtîgeha Guantanamo dê her bête daxistin.

Em şaşitiyê nakin. Emê zîndana Guantanamo bigirin, ew zîyan gihandî berjewendîyên me yên me yên neteweyî û bûye alaveke gelek bi hêz ya xwelêk dana El Qayda.

Di dawîya axaftina xwe de, serok Obama carekî din soza têk birin, perçe kirin û şikandina El Qayda da. Wî got, çawa ku terrorist xwe li gorî şert û mercên heyî diguherin, Welatên Yekgirtî jî bi heman rengî tebikoşe.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG