Breaking News

Almanya Daxwaz ji Tirkîyê Dike li Ser Reformên Yekîtîya Ewrupa Berdewam Bibin

Almanya ji Tirkîyê xwast ber bi guherîna biçît da pitir nêzîk bibît bo Yekîtîya Ewrupî û dibêjît ew rêkê li bizavên Enqere nagirît ku bibe endam.

Wezîrê Derve yê Almanî Guido Westerwelle got giringe ku Tirkîye pêşveçunê biket ber bi danûstandina bo endamîya Yekîtîya Ewrupa.

Wî got danûstandin kiryareka bê dawiyê ku enjamên wê misoger nînin, lê Almanya dê rêz û rumetê li proseya peşveçunê girît. Wezîrê Almanî ji Tirkîye xast pêşveçunê biket bo çareser kirina kêşeya li Qibrisê û azadîya olî û ragehandinê baştir bike.

Wî di konferanseka rojnamevanî de ligel hevberê xwe yê Turk de Ahmet Davutuglu li Enqere ev têbînî ye dan.

Davutuglu pêgiriya Tirkîyê dubare kir beramber prosesa endamtîya Yekîtîya Ewrupî de û got Enqere dê hemî guherînên pêtivî bicih bîne.



XS
SM
MD
LG