Di hevpeyvîna taybeta Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Serokê Grûba Partîya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û parlamanterê Muşê M. Nurî Yaman behsa gotûbêjên kombûna yekê ya grûba partîya xwe dike û li ser sîyaseta BDP'ê disekine.
Birêz Yaman dibêje, jibo me çareserîya pirsa Kurdî kêşeya mijara herî girîng e û ewê bi hemî kanîn û zanîna xwe bi vê yekê bikar bînîn. Nurî Yaman her wiha dide zanîn ku, partîya wan nerazî ye ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li ser çareser kirina pirsa Kurdî, hîn jî pengavên berbiçav neavêtine.
Rêzdar Yaman berdewam dibêje, “parlamenterên Kurd yên AKPê ji me re tim dibêjin, behn fireh bin. Behn firehî heta kî çaxê? AKP divê sîyasetê ji dil bike û pêngavên berbiçav bavêje û Qanûna Bingehîn û zagonên din biguhere."
Nurî Yaman her wiha, dide zanîn ku jibo vegera parlamenterên Kurd bo parlemanê reaksîyonên erênî tên û ew û hevalên wî jî şa ne, ku rêka sîyasetê bikar bînin.
Gelî guhdarên hêja, hekû bixwazin li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin, kerema xwe lînka destê rastê kilîk bikin.