Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alozîya Olî li Malezya Zede Dibe


Karbidestên Malezyayî, pîvanên ewlekarîyê li derdorê dêrên Krîstîyanan zede kirin, piştî 3 êrîşên roja Înîyê. Alozîyên Maleyza bilindtir dibin jiber ku dadgehek biryaraek dabû ku rê bide rojnameke Katolîk ku peyiva Allah bikar bîne.

Tê ragihandin, avahîya Dêra Metro Tabernacle ya paytaxt Kuala Lumpur bi êrîşa bombeyî zirareke mezin dîtîye. Karbidest dibêjin maddeyên heman renhî bo 2 dêrên din jî hatina avêtin, belê ti kes ji wan êrîşana zirar nedîtine.

Ew buyer, çend demjimêr berî xwenîşandana Misilmanan pêk hat, ku dixwestin biryara Dadgeha Bilind ya Malezyayî ya heftayî borî protesto bikin.

Her wiha, malpera Dadgerî ya wî welatî, roja Pencşemê ji alîyê hinek kesan ve hate heck kirin ango şikandin. Tê ragihandin, êrîşkêr nivîsên wek "peyiva Allah tenê bo Misilmanan e" danane malperê.

XS
SM
MD
LG