Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sêdare Dana Şeş Kesan li Îranê


Karbidestên Îranê şeş zilam li sêdarê dane bi tawana qaçaxçiyatîya beng û mûxederatan.

Dezgehên ragihandina Îranê dibêjin ew zelam îro şemîyê li zîndaneka Esfehan hatin li sêdare dan. Cezayê îdamê tê danîn liser tawanbarên kûştinê, destdirêjîya ser namûsê, dizîya û talan kirina bi çekdarî û qaçaxçiyatîya beng û mûxederatan, li gora şerî’ta îslamî ya li Îranê tê peyrew kirin.

Her li vî demî, rêberê olî yê Îranê Ayatollah Alî Xameneyî rijdî li hêzên parastina welatî kir, heta bersiva tûnd hebit hemberî nerazîbûyên dijî hikûmetê.

Xameneyî got, divêt karbidest erkê xwe cîbicî bikin, li dijî wan kesên ew dibêjinê ‘ gendel û xirabkar ’, belê wî got, divê hêzên parastinê karên hovane nekin.

XS
SM
MD
LG