Robert King, nunerê taybet yê Amerîkî bo Mafên Mirovan li Koreya Bakûr, roja Duşemê li Seulê gote rojnamevanan, Amerîka fişar û giranîyê datîne ser Pyongyongê, ku pêzanînan li ser hemwelatîyekî Amerîkî yê desteser kirî bidin. Tê bawer kirin, ew hemwelatî bizavkarekî Krîstîyan, Robert Park e.
Em berdewam xebatê dikîn, ku bizanîn ew li kîve ye, da ku daxwaza azad kirina wî bikîn.
Pyongyongê li meha borî piştrast kir, jiber bi qaçaxî derbaz bûna nav welatî, hemwelatîyekî Amerîkî desteser kirîye.
Hevkarên wî yên bizavkar dibêjin Robert Park ji Çînê derbazî rubareka bestî bû, bo nav Koreya Bakûr li 25 ’ê meha 12 ya roja Krîstmisê da ku peyameke Krîstîyanetîyê û mafên mirovan bide.
Li gor qanûnên Wezareta Derve ya Amerîka, Nunerê Amerîkî King piştrast nekir ka ew kesê hatîye desteser kirin bizavkar Parkê yan ne.
Wî got, Washington bi rîya balyozxaneya Swedî li Pyongyongê, pêdaçûnê li ser rewşa wî dike.
Eve şeş hefte ye ku King li ser karê xwe ye, piştî Jay Lefkowitz yê nunerê taybet yê rêvebirîya Bush. King bi eşkire behsa kiryarên Koreya Bakûr ligel xelkê xwe dike.
Koreya Bakûr, yêk ji cîyên herî xirab e, derbareyê nebûna mafên mirovan û rewş cîyê xemê ye.
Grûbên mafên mirovan radigîhînin, zêdeyî 150 hezar kesên Koreya Bakûrî li nav kempên xebatên giran kar dikin, gelek caran jibo egerên biçuk yên siyasî.
Cûdabîrên ku ji welat revîyane radigîhînin, li Koreya Bakûr eşkencê û azar danê bi berfirehî bikar tîne û jinan mecbûrî berbirina zarokan dike.
Koreya Bakûr rêkê li piranîya hemwelatîyên xwe digire ku têkîlî kiryarên aborî be û jiber birçîbûn û nebûna xwarinê, rewşa saxlemîya mîlyonan kesan sist bûye.
Nûnerê taybet yê Amerîkî King, dê vê heftê ligel karbidestên serekî yên Koreya Başûr kom be. Ew dibêje, heta ku Pyongyong têkîliyên xwe ligel Amerîka edetî bike, pêdivî ye Pyongyong rewşa mafên mirovan pêşve bibe.
Guhdarên hêja, jibo guhdarî kirina raporta dengî ya hevkar Perwer Şuşî, li lînka alîyê rastê bitîkînin.