Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Haîtî Erdhêjîyeke Mezin Qewimî


Di encama erdhêjîyeke giran de, li paytaxt Port-au Prince ya Haîtî gelek avahî hilweşîn û gelek mirov jî bin avahîyan de man. Tê ragihandin, erdhêjî bi hêza 7.0 ya pîvana Richter qewimîye.

Navenda Hêzên Aştîparêz ya Neteweyên Yekbûyî li Haîtî jî, zirareke mezin dît û tê ragihandin, di qesra serokatîyê, vahîyên hikûmetê û her wiha, lek xanîyan da jî xasarên giran çêbûne.

Raportên radigîhînîn ku li paytaxt û bajarên din, gelek kes hatine kuştin lê ew pêzanîn hîn jî nayên piştrast kirin. Tê ragihandin ku bo gelek cîyan eletîrîk jî naye dayîn.

Hinek kes bi rîya Twitter û Facebook wêneyên bûyerê dişînine dezgehîn ragihandinê.

Erdhêjî li Komara Domînîk jî hate pêhesan û pencere û dîwarên hinek xanîyan çikestin. Jiber tirsa erdhêjîyê xelk ji malên xwe derketin û çûne kolanan.

Balyozê Haîtî yê li Amerîka Raymond Joseph gote CNN ku welatê wî li hêvîya alîkarîya Welatên Yekgirtî ye.

Serokê Amerîka Barack Obama jî li ser erdhîjîya Haîtî daxûyanîyek da. Di daxûyanîyê de serok Obama got, Amerîka ji nêzîk ve rewşa Haîtî dişopîne û amade ye alîkarîyê bike.

Wezîra Derva Hillary Clinton jî li Hawaî got, Welatên Yekgirtî alîkarîya sîvîl, leşkerî û her wiha ya mirovahî pêşkêşî Haîtî bike.

XS
SM
MD
LG