Hêrişberên xwekuj û çekdaran hêriş kirin ser jimareka armancan li paytexta Afganistanê û bi sedema şer û pevçûna ligel polîsan pênc kes hatin kuştin ku yek ji wan zarok e.
Bi kêmî ve 38 kesên sivil û endamên hêzên parastinê birîndar bûn.
Karbidest dibêjin heft çekdarên gumanlêkirî yên Talîbanê hêriş kirin ser avahiyên hikûmetê li navenda Kabulê û hotêla Serena.
Peyvdarekê Talîbanê berpirsiyariya xwe biramberî wan hêrişan ragehand û got bi pişikdariya 20 çekaran hatin encam dan.
Sê demjimêran piştî wan hêrişan, serokê Afganî Hamid Karzay got Kabul li jêr kontrola hikûmeta Afganî ye.