Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Pênc Kesên din Dadgehî Dike


Îran pênc kesan dadgehî dike ji ber rolê wan li xwenîşandanên dijî hikûmetê li meha 12.

Televizyona ser bi hikûmetê ragehand ku ew pênc gumanlêkirî bi hebûna têkeliyan bi Mucahidînê Xeliq re hatin xetabar kirin, ku giropeka çekdariya opozisyonê ye.

Dozger dibêjin gumanlêkirî bi “Muharebe kirin” an şer kirina li dijî Xwedê hatine xetabar kirin.

Eger tometên wan bihên pejirandin, renge her pênc bên îdam kirin.

Bi kêmî ve heşt kes li şer û pevçûnên nêvbera hêzên parastin û piştevanên opozisyonê li rêûresma olî ya Aşûra hatin kuştin.

Opozisyona Îranê serok Mehmûd Ehmedînejad goneh bar dike bi encam dana find û fêlên dengdanê li helbijartina serokatî û hikûmet vê xetabar kirina opozisyonê red dike.

XS
SM
MD
LG