Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li jêr xirabeyên erdheja Haîtî, piştî 10 rojan 2 kes bi saxî hatin dîtin


Tîmên bi hawar çûnê li Haîtî du kesên sax li jêr wêraneyan li Port-au-Prince der xistine. Li demekê de 10 roj biser redhejek bi hêz de derbaz dibin ku Paytext û herêmên derdorê wêran kir.

Jinek Haîtî ya 84 salî, roja Eynî di jêr wêraneyên mala xwe de bi saxî hate dîtin û berew nexoşxanê hate vegohastin. Lê rohn nine ka ew dê sax mînit yan na.

Li cihek din, tîmek rizgar kirinê ya Îsraîl zelamek 22 salî bi saxî derxistin û berew nexoşxaneyek Îsraîlî di meydanê de vegohastin ku bêt derman kirin. Hatiye raport kirin , rewşa saxlemiya wî cih gire.

Hîvî jibo peyda kirina kesên sax dihêt û kêm reng dibe, û hinek tîmên bihawar çûnê yên navnetewî rûyê zivirandine berew gehandina alîkariyan bi mexdorên erdhejê.

Wê erdhejê li gor texmînan 200 hezar kuştî û yêk û nîv milyon bê mal û hal li pey xwe hêlaye.

XS
SM
MD
LG