Bi sedema hêrişka xwekujî li bakûra Bexda, 41 ziyaretvanên Şî'e hatin kuştin û bi kêmî ve 100 kesên din birîndar bûn.
Karbidest dibêjin jineka xwekuj bombên xwe li nav komeka ziyaretvanên Şî’e peqand ku birev bajêrê Kerbela diçûn.
Bi sedan hizar Şîe vê heftiyê diçin Kerbela ji bo çilleya mirina Îmam Hûsên.
Li çend salên vê dawîyê, çekdar bi berdewamî hêrişê dikin ser ziyaretvanên Şî'e.
Bo pêzanînên pitir derbarê hêrişa Bexda, faylda dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.