Karbidestên parastina Amerîkî dibêjin stratîciya nexşekêşana şerî ji layê leşkerê Amerîkî ve dihêt guhertin.
Li çarçûva stratîciya nû, leşkerê Amerîkî ku nuha du şerên mezin dike li Îraq û Afganistanê, xwe bo şerên biçûktir amade dike.
Raporta pêdaçûn bi taktîkên leşkerî ji alîyê Pentagonê ve, bi navê Quadrennial Defense Review, roja Duşembî dihêt belav kirin.
Ew pêdaçûn, gefên paşerojê şirove dike û çaverê dihête kirin ku giringiyê bi bersiva leşkerî ji bo aloziyên Afganistan, Îraq, Pakistan û Yemenê amade bike.
Belav kirina wê raportê hevdem e ligel ragehinda budceya Pentagonê bo sala 2011.