Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Biryara Dewlemend Kirina Uranyuma Asta Bilind Dide


Serokê Îran ferman daye ajansa atomî ya welatê xwe, ku destbi hilbêrîna uranyuma asta bilind ya dewlemend kirî bike.

Di axaftinên xwe ya Yekşemê, ku li televîzyona dewletê de hatine weşandin, Mahmud Ahmedînecad got, wî ferman daye serokê ajansa enerjîya atomî Alî Ekber Salihî ku destbi zengîn kirina uranyumê bike, bi rêjeya 20 ji sedê. Ew uranyum, dê wekî şewit bikar anîn, li reaktoreke lêkolînê.

Îran û welatên din yên bi hêz, li ser pêşnîyareke bi pêşengîya Neteweyên Yekbûyî gotubêjan dikin, ku Îran uranyuma xwe ya asta nizim bişîne derva, li berdela şewita navokî ya asta bilind. Hefteya çûyî, serok Ahmedînecad ragihandibû, ku Îran amade ye uranyuma xwe bifroşe derva.

Ew daxûyanîyên rêberê Îranê di demeke wusa de tên, ku Wezîrê Berevanî yê Amerîka Robert Gates banga hevkarîyê li civata navneteweyî kirîbû, bo giwaştinên zedetir li ser Îranê. Wî, roja Yekşemê li Roma gote rojnamevanan, ku hîn jî wext heye bo karîger bûna toleyên li hember Îranê.

XS
SM
MD
LG