Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Holbrooke Dibêje, Amerîka Danûstandinên Rastexwe ligel Talîbanê Nake


Nûnerê bilind yê Amerîka li Afganîstanê dibêje, Welatên Yekgirtî danûstandinên rastexwe ligel Talîbanê nake. Lê, welatê wî destek dide hewilên hikûmeta Afganîstanê, ku xirabkaran qane bike ku şerê rawestînin.

Richard Holbrooke, nûnerê taybet bo Afganîstan û Pakîstan raportên medyayê înkar kir, ku dibêjin Amerîka ligel nûnerên Talîbanê civînên veşartî dike.

Birêz Holbrooke li bajarê Munîh got, Washington ji bizavên hikûmeta Afganî razî ye, ku xwe digehîne mîlîtanên ku dixwazin çêkên xwe berdin. Belê, wî got divê bizavên wî rengî ligel serkeftina cengî bêne destek kirin.

Li alîyê din, NATO dibêje, ew qumandarekî polîsê Afganî desteser kirîye, jiber îddîayên dizî û perê xwarinê û her wiha jiber rola wî ya danana bombeyan ser rêkan de.

Berdevkê hikûmeta herêmî Alîm Ayar piştrast kir, ku hêzên Afganî û yên navnetewî, cîgirê rêvebirê polîsê eyaleta Kapisa Atahullah Wahab, roja Înîyê li mala wî desteser kirine.

XS
SM
MD
LG