Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêbirên Deryayî yên Somalî Keştîya Taîwanî Serbest Kirin


Wezareta Derva yê Taîwan radigihîne, rêbirên deryayî yên Somalî belema masîgir ya Taîwanî azad kirine, ku ji Nîsana borî vir ve di destê wan de bû.

Ajansa Nûçeyan ya Frensî, ji rexistina çavdêrî ya deryayî Ecoterra International radigîhîne ku, li berdela azad kirina wê kelekê dirav hatine dayîn, lê eşkere nekir çi qas.

Rexistin her wiha dibêje, sê ji 30 xebatkarên keştîyê jiber kêm xwarin, û nexweşîyan mirine. Tê ragihandin 2 ji wan deryavan Endonezî û yê din jî Çînî bûye.

Belema Taîwanî ya masîgiran, li 6'ê meha 4 Nîsanê, ji alîyê korsanên deryayî yên Somalî ve, li Oqyanusa Hîndî ji hatîbû revandin.

Di destê dizên deryayî yên Somalî de, vê gavê 7 keştî û 160 xebatkarên wan gemîyan hene. Li Somalîa ji 199'1ê vir ve hikûmeteke ku tevahîya welatî kontrol dike tune ye.

XS
SM
MD
LG