Hevpeymanîyeka sêkyolar li Îraqê ragehandîye kû ew nakevit hewla helbijartinên 7 ê meha 3 Adarê jiberkû jimareka kandîdên wê hatine dûrxistin bi tawana peywendîya wan bi Partîya Ba’as ya Saddam Hûsên ve.
hevbendîya Îraqîye ya serek wezîrê berê Ayad Alawê dibêjit bendkirin liser endamên wê dê rewşeka sîyasî ya xirab çêket.
Dû endamên navdarên Perlemanî ji lîsta Îraqîye Salih Al-Mutlak and Zavir Al-Anî, di nav wan kesên dûr êxistî dene. Dûhî Eynî hewla helbijartina ya fermî dest pêkir digel danana posteran li seranserî Baxdayê.
Di pêra karbidestên Îraqê got di jimareka teqînan de li Kûfe 6 kes hatin kûştin û 35 ên dî birîndar bûn, li dervey bajarê pîrozê Nacef li başûra Bexdayê.