Bi sedema li hev qelibîna du trênan li Belgiya (Belcîka) bi dehan kes hatin kuştin. Her du trênan sipêdeya roja duşembî li Buizingen lêk da.
Hatin û çûna trênan bo nav Brukselê hat ragirtin.
Çend demjimêrekan piştî bûyerê, ragehandinên cuda hebûn derbarê jimara qurbaniyan.
Dezgehê Niştîmanî yê Hêla Trênên Belgiya ragehand ku 25 kes hatin kuştin, lê nivîsîngeha şehrdarê Buizingen ragehand ku 20 kes, û fermandarê herêmê got ku 10 kes hatin kuştin.