Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojava Aloziya xwe Ragehand Biramber bi Rewşa Mafên Mirovan li Îranê


Welatên mezin hêzên rojava alozî û perîşaniya xwe ragehand birambeî zêdegaviyên mafên mirovan li Îranê û daxaza lêkolîneka nêvneteweyî dikin li ser tûnd û aloziyên piştî helbijartina serokatî ya sala bûrî.

Li demê yekem pêdaçûna Civata Mafên Mirovan ya Netewên Yekgirtî bi rewşa mafên mirovan li Îranê, balyozê Fransî Jean Baptiste Mattei got Îranê tepeser kirineka bi xwîn dijî gelê xwe encam da.

Balyozên Fransa, Berîtaniya û Amerîka daxazê li Îranê dikin da ku razî bibe desteyeka nêvneteweyî lêkolînê li ser tepeser kirina gelê Îranî bike.

Îranê roja duşembî daxaza mezin hêrên rojava red kir û got rojava pirsa mafên mirovan wek amrazeke siyasî bikar dînit ji bo danana sengî li ser Îranê.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG