Leşkerê Pakistanê piştrast kir ku komandarê bilindê Talîbanê, Mela Ebdul Xenî Berader hat desteser kirin.
Di beyannamekê de roja çarşembî leşkerê Pakistanî ragehand ku piştî proseya lêkolînê li nasnamê, eşkera bû ku Berader yeke li jimareka kesên hatîne desteser kirin.
Karbidestên Amerîkî û Pakistanî roja sêşembî got di operasyoneka nepeniya hevbeşa Amerîkî-Pakistanî, berpirsê jimare du yê Talîbanê Afganî li bajarê Karaçî li Pakistanê hat giritin.
Berader mezintirîn karbidestê Talîban e ku ewêy destpêka şere Afganistanê li sala 2001 bihêt desteser kirin.