Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên NATO Rê û Sûkên Serekî li Bajeroka Marjeh Kontrol Dikin


Generalekî Amerîkî dibêje, hêzên pir-netewî bi pêşengîya Amerîka kontrola rêk û sûkên serekî li bajaroka Marjeh ya başûra Afganîstanê xistine destê xwe. Belê, qumandarekî NATO dibêje, ewlehî kirina herêmê wê mehan bikşîne.

General ê Amerîkî Larry Nicholson gote Associated Press, hêzên hevalbendan vê gavê di qonaxeke baş da ne.

Generalê Brîtanî Nick Carter jî dibêje, reng e şikandina berxwedana şervanên Talîbanê, wê qasî 30 rojan bidome.

Hêzên NATO yên bi pêşengîya Amerîka, hefteya çûyî li herêma Marjuh destbi êrîşeke berfireh kirîbûn li dijî Talîban.

Karbidestên NATO roja Înîyê ragihandin, 3 leşkerên hêzên navnetewî di êrîşa gule barandinê de, sê yên din jî di encama pêqînan da hatine kuştin.

Tê ragihandin, heta niha bi kêmî ve 11 endamên şerkêr ya NATO û 40 mîlîtanên Talîban û her wiha, 15 sîvîl hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG