Roja zimanê dayikê li tevayê cîhanê bi gelek bizavên rengîn hat pîrozkirin. Di vê çarçovê de li Diyarbekirê jî i aliyê Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî ( TZP Kurdî ) û ji aliyê Tevgera Kurdî ( Tevkurd ) ve daxûyaniyên çapameniyê hat li dar xistin.
Endamên Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), bi boneya mafên kêmaran biparêzin roja 21'ê Sibatê, sala 2000-an de wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îlan kir. 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îsal, di 10'emîn salvegera xwe de li gelek deverên cîhanê de hat pîroz kirin. TZP Kurdî jî ji bo rojê li Diyarbekirê meşeke li dar xist. Di meşê de kesên ku beşdarê bizavê bun, ji bo protestoya cezakirina rojnamevanên Kurd Ozan Kiliç û Wedat Kurşun benên reş li devê xwe girêdan. Hêjayê gotinêye çend hefte berê li Gerinendeyê Rojnameya Azadiya Welat Ozan Kiliçî, 21 sal ceza hatibu birîn, herweha çend roj berê jî, ji bo gerinendeyê nivîsê yê rojnameya Azadiya welat Vedat Kurşunî yê ku neha di zindanê de ye, 525 sal ceza hat xwestin da ku 130’ê hejmarên rojnameyê de “propagandaya rêxistinê” kiriye.
Piştî meşa TZP Kurdî daxuyaniyeke çapameniyê hat li darxistin. Daxûyani ji aliyê serokê Kurdî Derê Remzi Azizoğlu ve hat xwendin. Di daxûyaniyê de hat destnişan kirin ku ji aliyê dewletê ve ji bilî TRT 6ê tu gavên ber bi çav nehatine avêtin. Opersyonên ku li ser siyasetmedarên Kurdan pêk hatibun jî wek aşuteke li ser hêviyên çareseriyê hat binavkirin. Remzi Azizoğlu diyar kir ku ew bi xemgini vê rojê pîroz dikin û di warê aşitî û demokrasiyê de qasî par ne bihêvî ne.
Serokê Kurdî Derê Remzi Azizoğlu xwest sala 2010'an bibe azadiya zimanên ku di bin astengiyan de ne. Herweha anî ziman ku li hemû welatên cîhanê Roja Zimanê Dayikê a Cîhanê bi şahiyan tê pîrozkirin, lê li Tirkiyeyê astengî zêde ne. Azizoğlu diyar kir ku sala 2010 ji aliyê Nteweyên Yekbuyî ve sala çandî hatiye diyar kirin ji bo vê yekê dixwazin ku sala2010 bibe sala wekheviya çand û zimanan.
Serokê Kurdî Derê xwest dewlet Kurdî wekî zimanê fermî û perwerdehiye qebûl bike û wiha got: "Çawa îro li hemû welatên cîhanê ev roja ziman a cîhanê tê pîrozkirin, divê Tirkiye jî vê yekê bibîne û azadiya zimanan biparêze. Dibê dewlet hebûna kurdî qebûl bike. Divê li dibistan û zanîngehê bi kurdî perwerdehî bê dayîn û kurdî bibe zimanê fermî. ”
Serokê Kurdî Derê Remzi Azizoğlu got “ em heta mafên xweyên reva û demokratik bidest bixin dê tekoşina me bidome.” Ji aliyê dinê ve di heman rojê de Tevgera Kurdî
( Tevkurd ) jî li Diyarbekirê daxuyaniyeke çapameniyê li dar xist. Piştî daxuyaniyê 10 hezar belavokên Kurdî hat belav kirin. Piştî belavokan endamên Tevkurdê ji bo parastina ziman, bi armanca politikayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî şermezar bikin daxwaznameyan verê kirin ji rêxistinên dewletê û yên navnetewî re.
Li gor rapor û belgeyên UNESCO’yê niha li cîhanê 6 hezar û 700 zimanî hene ku 2 hezar û 500 ziman bi windabûnê re rû bi rû ne. Ji van zimanan ên ku ji zêdetirê milyoneke mirov ve tê axaftin hejmara wan digîje 2200î. Lê bi giştî zimanên ku herî zêde tê bi kar anîn hejmara wan digîje 300î.
Unesco sala par raporeke weşand bi navê “ Atlasa Zimanên di bin xetereyê de ne”. Li gor vê raporê li Tirkiyeyê 36 ziman tê axaftin ku 15 zimanên wekî Abazayî, Hemşinî, Gagavuzî, Ladinoyî, Suryanî, Lazî, Pontusî, Çingenî, Yunanî û hwd. di bin xetereyê dene. Herweha zimanê Mlahso û Ubihî jî ku li navçeya Liceya Diyarbekirê de diahate axaftin bi temamî ji holê rabûne.