Hikûmeta Afganî ragehand ku li hêrişeka asmanî ya NATO 27 kesên sivîl li başûra Afganistanê
<!-- IMAGE -->
hatin kuştin.Civata Wezîran roja Duşembî hêrişa asmanî ya herêma Uruzgan mehkum kir.
Raportên destpêkî ragehand ku 33 kes di wê hêrişê de hatin kuştin. Belê piştî hingî, Karbidestan got ku 27 kes hatîne kuşin.
NATO ragehand ku ew hêrişa asmanî jimareka çekdaran kirbû armanc.
Li rojava Afganistanê jî, bi sedema hêrişeka xwekujî bi kêmî ve 14 kes hatin kuştin, ku yek ji wan rêberê eşîreteke mezin e.