Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar Mehmet Sanri li ser plana veşartî ya derbeya leşkerî diaxife. Sanri, her wiha qala operasyonên hemberî general û serbazên Artêşa Tirkîye, ku di vê planê de cîh girtine jî dike.
Birêz Sanri dibêje, jibo paşeroja Tirkîye baş e, ku planên dizî yên leşkerî eşkere bibin û ew kesên ligel plana darbeyê peywendîdar bêne dad kirin. Hêza leşkeran li Tirkîye çi qas hindiktir be, çareser kirina pirsa Kurdî jî ew qas hesantir dibe. Bi dîtina min hikûmeta AKP, li hember leşkeran pirtir wêrek dibe û divê herkes piştgirîya hikûmetê bikin.
Mehmet Sanri, daxwaz ji sîyasetvanên Kurd dike ku halwestên xwe li hember Ergenekok û planên derbeyên leşkerî zelaltir nîşan bidin.
Guhdarên hêja, eger dixwazin guhdarîya vê hevpeyvînê bikin, kerema xwe fayla dengî ya destê rastê kilîk bikin.