<!-- IMAGE -->
Rêberên siyasî yên Tirkîyê û serok artêş dibêjin lêkolîna li ser îdîaya pilana darbeya leşkerî bi rêve bibe, ku dest kariya ceneralên artêşê têde hebû.
Ev têbîniye di daxweyaniyekê de hate ragihandin, piştî serok wezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, serok Abdullah Gul û qomandarê artêşa Tirkîyê Ceneral Ilker Basbug, roja Pêncşemê kom bûn.
Kombûna rêberan di demekê de ye, ku dadgeheka Îstanbulê biryar da heşt karbidestên din bihêne zîndan kirin dema li benda dadgeh kirinê ne.
Her di vê heftiyê de, karbidestên Tirkîyê nizîkî 50 efserên leşkerî desteser kirin.
Desteser kirina efserên leşkerî sengiyê didane ser aloziyên nêvbera Partîya Dad û Pêşdeçûnê û artêşê, ku xwe wek zêrevanê edeta sekyular li Tirkiyê dibîne.