Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Îranê û Hizbollah li Surîyê Kom Bûn


Rêberê gropa milîtan Hizbollah ya Libnanî ligel Serokê Îranê Mehmûd Ahmedînejad li Surîyê kom bû.

<!-- IMAGE -->

Ajansa Nuçeyên Surîyê ragihand serokê Surîyê Beşar El-Assad mêhvandariya wan herduyan kir.

Televizyona El-Manar ya Hizbollah ragihand ku Ahmedînejad û rêberê Hizbollah Hesen Nasrallah, behsê rewşa herêmê û gefên Îsraîlê dijî Libnanê û Surîyê kir.

Zûtir vê mehê, midyaya dewleta Îranê ragihand Ahmedînejad soz da piştevaniya Hizbollah bike û daxwaz ji gropa milîtan kir ku eger şêr çêbit, Îsraîlê ji nav bibe.

Li roja Çarşemê, Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton, daxwaz ji Surîyê kir ku xwe ji Îranê dûr bike.

Amerîka divêt Îranê veder bike ji ber bernama wê ya navokî û piştevaniya wê bo milîtanên Hizbollah û Hamasê.

XS
SM
MD
LG