Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîr Brown Dibêje Dagira Îraqê Biryareke Rast Bû


Serokwezîr Brown Dibêje Dagira Îraqê Biryareke Rast Bû
Serokwezîr Brown Dibêje Dagira Îraqê Biryareke Rast Bû

<!-- IMAGE -->

Serokwezîrê Brîtanya Gordon Brown, berevanî li biryara welatê xwe ya dagir kirina Îraqê kir û got, ew biryar jiber sedemên rastîn, biryareke di cîyê xwe de bû.

Birêz Brown, dema destpê kirina şerê Îraqê, Wezîrê Xezîne yê Brîtanya bû. Wî roja Înîyê, destbi dayîna îfadeya xwe ya derbarê şerê Îraqê kir. Gordon Brown, wekî wezîrê xezînayê biryara xercên li ser berevanîyê dabû.

Ew rû bi rûyê rexneyên giran dimîne, ku hêzên çêk û alavên Brîtanî li Îraqê ne rêk û pêk bûn û wî li hember malbatên behîdar yên leşkerên Britanî jî elaqeyeke germ nîşan nedaye. Birêz Brown anî zimên ku hemî xerc û mesrefên şerî cîyê xwe de bûn.

Li meha 1’ê îsal, Serokwezîrê berê yê Brîtanya Tony Blair jî, bersîva pirsên heman lêpirsînê dabû û gotîbû, tu poşmanîya wî li ser biryara şerê tune ye.

XS
SM
MD
LG