Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban li Marjah Êrîşî Karzaî Kir


Talîban li Marjah Êrîşî Karzaî Kir
Talîban li Marjah Êrîşî Karzaî Kir
<!-- IMAGE -->

Serokê Afganîstan Hamîd Karzaî Yekşemê seredaneke nedîyar kirî pêk anî, jibo bajeroka Merjah ya eyaleta Helmand, ku wargeheke xurt ya Talîbanê ye.

Karbidestên Afganî dibêjin, 4 km nêzîkî şandeya cîyê serdana, mûşekek an jî havanek ketiye lê ew nepeqîye.

Talîban dibêje, ew êrîşê pêk anîye, belê berdevkê Karzaî got, armanca êrîşê ne serok bû. Wî got armanca rastîn Serokwezîrê Brîtanya Gordon Brown bû. Belê, çavdêr dibêjin Brown di dema peqînê de ne li Afganîstanê bû û çûbû welatê xwe. Tê ragihandin, di êrîşê de ti kes birîndar nebûye.

Li alîyê din, karbidestên Afganî dibêjin, mîlîtanên Îslamî bi kêmî ve 50 kes li bakura rojlilata Aghanîstanê kuştin.

Karbidest dibêjin, li navbêra xirabkarên Talîban û Hezbul Îslamî Şemîyê şer û pevçûn derketin û roja Yekşemî jî her berdewam dikirin.

XS
SM
MD
LG