Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton Dibêje Amerîka û Rûsya Nêzîkî Refeftina Kêm Kirina Çêkên Navokî Ne


<!-- IMAGE -->

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton dibêje, Rûsya û Amerîkî nêzîkî bûne ku bigehijine rekeftineke, li ser kêm kirina çêkên navokî.

Piştî hevdîtina xwe ligel serokê Rûsya Medyedev, Xanim Clinton roja Înîyê got, hemî pirsên serekî çareser bûne, tenê yên teknîkî mane.

Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov jî daxuyanîya heman rengî da û got, danûstandin geheştine qonaxa dawî.

Li ber e, Hillary Clinton bi Serokwezîrê Rûsya Vladimir Putin re jî li ser vê babetê bipeyive.

Her du dewlet, bêtirî salekî vir ve xebatê dikin ku peymaneke nû, li şûna Rekeftina Kêmkirina Şêkên Stratejîk, START ya 1991’ê îmza bikin, ku meha 12 bi dawî hatîbû.

Serokê Amerîka Barack Obama û Serokê Rûsya Dmitri Medyedev, sala çûyî lihev kirîbûn ku di bin peymaneke nû, çêkên xwe yên navokî kêm bikin.

XS
SM
MD
LG