<!-- IMAGE -->
Civata Nûneran ya Kongrêsa Amerîkî bi ciyawaziyeka kêm bernivîsa qanûna reform kirina sîstema saxlemiya welatî pejirand.
Civata Nûneran, ya kontrol kirî ji layê Demokaratan ve, bi 219 biramber 212 dengan reforma saxlemî pejirand.
Hemî endamên Partîya Komarî û 34 Demokratan deng dijî wê bernivîsê dan. 216 deng pêdivî bûn ji bo pejirandina wê bernivîsê.
Dengdan û pejirandina reforma saxlemî serkeftineka mezin bû ji bo yek ji pirsên herî giring yên karnama serok Obama.
Serok Obama pesna pejirandina bernivîsa qanûna saxlemî da, piştî saleka pir kêşe û pevçûna siyasî ligel Komariyan.
Qanûna saxlemî mezintirîn reforma sîstema saxlemî ye li demê 40 salan.