Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Bernivîsa Qanûna Reforma Saxlemî Mor Kir


<!-- IMAGE -->

Serokê Amerîkî bernivîsa qanûna reforma sîstema saxlemî mor kir û bû qanûn.

Di gotarekê de li Seraya Sipî roja Sêşembî, serok Obama got ew reform zor pêdivî bû û qanûna reformê dem û dest kar pê dihêt kirin.

Serok Obama got ku ev qanûne piştrast dike ku mafê xizmeta saxlemiya hemî kesan dê parastî be.

Cîgirê Serokî Joe Biden got ku roja mor kirina bernivîsê “rojeka dîrokî” ye.

Li demê mor kirina bernivîsê, rêber û endamên Partîya Demokrat li Civata Nûneran û Senatê ligel serokî bûn.

Li gor qanûna nû, nizîkî 32 milyon hevwelatiyên Amerîkî dikarin bîmeya saxlemî bidest bînin, ku nuha bêy xizmeta saxlemî ne.

XS
SM
MD
LG