<!-- IMAGE -->
Rêberên bizava dijî hikûmetê li Taîland dibêjin, ew dê Şemîyê rêçûyîneke mezin li Bankokê lidar xin. Ew her wiha dibêjin, berdewam daxwazê bikin ku hilbijartinên nû bêne kirin.
Xwenîşandêrên Kincên Sor roja Înîyê, bi motosaykil û qamyonan gerek li li sûk û kolanên paytaxt Bangkok kirin, da ku xelkê nû bikşînin hêla xwe.
Hevdem, endamên Partîya Puea Thai ya hevrik jî, tevli hêzên dijî hikûmetê bûn û li hember Serokwezîr Abhisit Vajjajiva.
Xwenîşandêrên Kincên Sor ku ji deverên xizan yên bakura welat tên. Ew, ji 13'ê Adarê vir ve li paytaxt Bangkok xwepeşandanan dikin, ku birêz Abihist neçar bikin parlemanê pûç bike û hilbijartinan pêk bîne.