Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Ava Kirina Wargehên Nû li Orşelîma Rojhilat wê Bidome


Ofîsa Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netenyahu dibêje, halwesta Îsraîl ya ava kirina wargehên nû li Orşelîma Rojhilat neguherîye, piştî seredana Netenyahu bo Washingtonê.

<!-- IMAGE -->

Ofîsa birêz Netenyahu vê daxuyanîyê roja Înîyê da, berî ku kabîneya Îsraîl pêşnîyara Neteweyên Yekbûyî bo vejandina danûstandinan ligel Fîlîstînîyan gotûbêj bike.

Karbidestên girîng ya koalîsyonê, di halwesta rêzdar Netenyahu ya ava kirina wargehên nû li Orşelîma Rojhilat de piştgirîya wî dikin.

Amerîka, daxwaz ji Îsraîlê dike ku ava kirina 16500 xanîyên nû li Orşelîma Rojhilat bicemidîne, ku Fîlîstînî wekî payaxta xwe ya paşerojê dibînin.

XS
SM
MD
LG