Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çaverê ye Allawî Destbi Danûstandinên Ava Kirina Hikûmetê Bike


<!-- IMAGE -->

Serokwezîrê berê yê Îraqê Ayad Allawî, li ber e destbi danûstandinên ava kirina hikûmeteke nû bike, piştî ku encamên giştî ya berahîn nîşan dan ku, hevalbendîya wî kursîyên herî zêde destve anîn.

Birêz Allawî dibêje, Hevalbendîya Îraqîya amade ye bi hemî grûban re bipeyive.

Wekî partîya herî zêde deng wergirtî, Allawî 30 roj wê hebe ku hikûmeta nû ya Îraqê ava bike. Eger ew bi ser nekeve, hîngê Serok Celal Talabanî wê daxwaz ji rêberekî din bike, ku hikûmetê damezirîne.

Serokwezîrê vê gavê Nurî El Malikî jî dibêje, ew dê encamên ku roja Înîyê hatine dîyar kirin qebûl neke.

Di parlemana Îraqê ya 325 kursîyan de, lîsteya Allawî ya El Îraqîye 91 kursî, ya Malikî Dewleta Qanûnê jî 89 kursî qezenc kirîbûn.

Birêz Malikî, daxwaza jimartina dengan ya bi destan kirîbû, Belê, nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî Ad Malkert got, hilbijartinê 7’ê Adarê bawerpêkirî ne û daxwaz ji parîtyan kir ku encamên derketî qebûl bikin.

XS
SM
MD
LG