Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netewe yên Êkgirtî jimara karmendên xwe li Iraqê kêm kir - 2003-09-30


Netewe yên Êkgirtî jimara karmendên xwe li Iraqê kêm kir û nuha kêmtir ji 50 karmendan mane ji ber pirsa parastinê.

Dema dihî ji bo peyamhinêran di axift li Neew York, peyvdarê Netewe yên Êkgirtî Fred Eckhard bi drustî jimara karmendên biyanî yên Netewe yên Êkgirtî li Iraqê eşkere ne kir.

Lê got jimara karmendên biyanî li Iraqê dê berdewam ête guherîn. Heta nuha berî peqîna 19 ya meha 8 tebaxêli ya bingehê Netewe yên Êkgirtî li Bexda jimara karmendan pitir ji 600 kesa bû.

Wê hêrşê û bumbeka dî ya xwekûj li nêzîk ofîsa Netewe yên Êkgirtî li heftiya borî sikêrtêrê giştî yê Netewe yên Êkgirtî Kofi Annan neçar kir fermanê bide ji bo kêm kirina jimara karmendên xwe li wêrê.

XS
SM
MD
LG