Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Birîtaniya li başûra Iraqê ligel serbazên berê yên Iraqê bi şer hatin - 2003-10-05


Hêzên Birîtaniya li başûra Iraqê ligel serbazên berê yên Iraqê bi şer hatin ku daxaza tola ziyanê di ken jiber li dest dana karên xwe.

Xwenîşandan iro li Besra hate kirin piştî dû serbazên berê yên leşkirê Sedam Husênî di ser hatiyeka dî da hatine kuştin.

Di lêkdanên iro da hêzên Birîtanî gûlên lastîkî havêtine xwenîşanderan û serbazêkî Birîtanî teqe li Iraqiyekê çekdar kir û kuşt.

Li Bexda hêzên Amerîkî bersîngê serbazên berê yên Iraqî girtin nêzîkî navendeka wergirtina m’aşa piştî gotinek belave bûye ku dibêjit serbazên berê m’aşekê 40 dolar bo êk carê wer nagirin.

Berî nûha rêveberiya Iraqî ku Amerîka piştevaniyê lê diket gift dabû wê harî kariyê bidet, hatiye ragehandin ku di wan lêkdanên Bexda êk Iraqî hatiye kuştin û jimarek jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG