Komeleka mafê mrov rijdî li êketiya ewrupî dike da sengiyê danene ser Çînê bo başkirina rîkorda xwe ya mafê mirovan li demê kobuna bilinda êketiyê digel Çînê li Bêjînk. di raportekê da iro sêşembî hat belavekirin, rêxistiya Amnesty International got Çîn berpirsiyare ji 80 ji sedê ji jimara tevaya kesên hatîn î’damkirin li Cihanê.
Ew her wesa rexneyê li Çînê digre ji ber bikar înana kempên bi zoriyên karkeran bo cizakirina sedan hezar kes.
Ev raport hat belavekirin çend roja berî ku serok wezîrê Italî Silvio Berlusconi serkêşiya desteyeka Ewrupî bike bo danûstandina digel serokê Çînê û karbidestên dî yên bilind. Italiya nuha serokatiya bi nobeya êketiya Ewrupî dike.